Trump: Ger lihevkirin çênebe em ê êrîş bikin

Serokê DYE'yê Donald Trump got ku ger hevdîtinên bi Îranê re tene kirin, bi ser nekevin, dibe ku êrîşên leşkerî yên nû werin rojevê.

Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku her muzakereyên bi Îranê re tene meşandin bêyî encam bimînin, wê hingî vebijarkên leşkerî bikevin dewrê.

Trump di roportaja xwe ya New York Post de diyar kir ku ger hevdîtinên li Pakîstanê dewam dikin bi ser nekevin, keştiyên şer ên DYE'yê ji bo êrîşa li dijî Îranê tene amadekirin. 

Trump got, "Em keştiyan bi cebilxaneyên herî baş bar dikin. Ger em lihevkirinek çênekin, wê em ê wan bi awayekî pir bi bandor bikar bînin."

Trump anî ziman ku wê encama hevdîtinan di demek kurt de zelal bibe û wiha got, "Em ê nêzî 24 saetan de fêr bibin."

Trump di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medya dijital de jî gotina, "sifirkirina herî xurt a cîhanê" bi kar anî.